Ji Enqere derbarê hilbijartinên Kurdistanê de daxuyanî

Navenda Nûçeyan – Berdevekê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bi awayekî serkeftî û aştiyane birêve çû kêfxweşiya hikûmeta welatê xwe nîşan da.

 

Berdevekê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy li ser pirseke derbarê hilbijartinên gera pêncem ên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.


Hamî Aksoy di daxuyaniya xwe de dibêke ew kêfxweş in ku hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bi awayekî aştiyane hatine kirin.


Di beşeke din a daxuyaniyê de Aksoy got: “Em hêvî dikin ku encamên hilbijartinê ji bo parastina yekîtiya Iraqê bibe derfet.”


Roja Yekşembiyê 30ê Îlona 2018 gera pêncem a hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê hat lidarxistin. Li gor encamên ku ji komîsyonê ketiye destê Rûdawê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)  %45.09ê dengan bi dest xistine.