Levent Goktaş li Bulgaristanê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Bersûcê sûîqesta Necip Hablemitoglu, lîwayê  teqawît ê reviyayî Mustafa Levent Goktaş ê ku bi bultena sor lê dihat gerîn, li Bulgaristanê hat girtin.

Li gor medyaya Tirkiyê, li ser daxwaza Serokatiya Daîreya Înterpolê ya Birêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ku di derbarê wî de bultena sor hatibû derxisitin, bersûcê sûîqesta Mamosteyê Zanîngeha Enqerê Prof. Dr. Necip Hablemitoglu, lîwayê teqawît ê reviyayî Mustafa Levent Goktaş, li Bulgaristanê hat girtin.

Li gor agahiyên Wezareta Dadê ya Tirkiyê û Serokatiya Daîreya Înterpolê ya Birêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ji bo îadekirina Goktaş dest bi xebatê kirine.

Levent Goktaş di doza Ergenekonê de girtî hatibû darizandin û paşê serbset hatibû berdan.

Wezîrê Navxwe yê Tikriyê Suleyman Soylu ku ji bo serdanekê li Pakistanê ye di derbarê girtina Mustafa Levent Goktaş daxuyaniyek da.

Soylu di daxuyaniya xwe de amaje bi yekê kir ku Levent Goktaş nêzikî 4 roj berê li bajarê Svilengradê ji aliyê hêzên ewlekarî yê Bulgaristanê ve hatiye girtin û paşê serbest hatiye berdan û wiha berdewam kir “Em dubare bi ser vê mijarê de çûn û di encamê de duh êvarê hat desteserkirin. yekîneyên peywendîdar dê îro bi rayedarên Bulgaristanê re hevdîtinê pêk bînin.”

Soylu di derbarê îadekirina Levent Goktaş de wiha got “Du cure rêbaz hene, yek rêbaza dersînorkirinê ye, dikarin bên dersînorkirin, ya duyemîn jî pêvajoya dadgehê ye. kîjan tercîh dikin em her du pêvajoyan jî dixwazin. Lê rêbaza dersînorkirinê ji bo me pêvajoyek hêsan e. Pêvajoya dadgehê hinekî dirêjtir e lê em herduyan jî dişopînin. Em li Albanya, Bulgaristan, Montenegro, Îtalya û hem jî li Arjantînê dişopînin.”

Mamosteyê Zanîngeha Enqerê Prof. Dr. Necip Hablemitoğlu di 18ê Kanûna 2002an de di encama sûîqestekî de hatibû kuştin.

Ji bo Levent Goktaş ji aliyê 2yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Enqereyê ve ji ber sûcê kuştina bi plan û endamtiya rêxistina ku bi sûcê hatiye avakirin de biryara girtinê hatibû dayîn û lêpirsîn hatibû destpêkirin.