'Hikûmet ji aloziyan qazanc dike, lewma MHP kiriye şirîkê xwe'

Enqere (Rûdaw) – Endamê Komîteya Damezrîner a Partiya Pêşerojê, Cuma Îçten ji Rûdawê re got, “Tifaqa akpartî- MHP û Partiya Vatan di derbarê pirsên heyî de, di derbarê kêşeyên li Rojhilata Navîn çi caran projeyeke insanî ya çareseriyê nabe, wan çi caran fikra himbêzkirina xelkê nebûye, berevajî vê yekê desthilata niha xwe bi aloziyan ser piyan digire, loma jî MHP kiriye şirîkê xwe.”

Di roja 1ê îlonê ya roja aştiya cihanî de serokên partiyên siyasî yên Tirkiyê peyamên aştiyê belav dikin, lê di heman demê li gorî beşeke zêde ya oposizyonê keşûhewayê siyasî li Tirkiyê niha rê nade ku bi awayekî ciddî behsa aştiyê bê kirin.

Li gor beşek oposizyonê ji bo aştiyê û çareseriya Pirsa Kurd pêwîstî bi guhertina desthilatê heye.

Di heman demê de li gor oposizyona Tirkiyê astengiya herî mezin li pêşiya aştiyê tifaqa AKp Partî û MHPê ye, ji ber ku AK Partî nikare ji ber MHPê behsa çareseriya Pirsa Kurd bike. Herwiha keşûhewayê siyasî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hêviya aştiyê roj bi roj kêmtir dike.

Berpirsekî Partiya Paşerojê jî dibêje “MHP çi caran naxwaze li vê axê aştî û aramî hebe.”

Cuma Îçten, Endamê Komîteya Damezrîner a Partiya Paşerojê ji Rûdawê re ragihand, “Tifaqa akpartî- MHP û Partiya Vatan di derbarê pirsên heyî de, di derbarê kêşeyên li Rojhilata Navîn çi caran projeyeke insanî ya çareseriyê nabe, wan çi caran fikra himbêzkirina xelkê nebûye, berevajî vê yekê desthilata niha xwe bi aloziyan ser piyan digire, loma jî MHP kiriye şirîkê xwe.”

Di dema proseya aştî û çareseriy deê siyasetmedarkî xwedî rol di nav HDPê de Ayhan Bilgen bû ku ji HDP cuda bûye û partiyeke din ava kiriye. Li gor Ayhan Bilgen proseya aştiyê tenê  danûstandineke di navbera du partiyan de bû û aliyên din ên civakê û parlamento tevlî proseyê nahetin kirin û lewma prose jî biserkevtî nebû.

Serokê Partiya SES, Ayhan Bilgen ji Rûdawê re got, “Mijara demokrasiyê peywendî bi herkesê heye, eger em behsa çareseriyê dikin, pêwîste di nav Kurdan de ne tenê aliyek hemû aliyên cuda xwedî gotin bin, di heman demê de hemû aliyên tirkan jî bêne ser xet û bêne qanihkirin. Pêwîste mijar bibe mijareke civakî, lê me proseyên ji hev cuda tevlihev kirin, xeletiya herî mezin jî ev bû.”

Mijara ji nû ve destpêkirina proseyeke nû ya aştiyê û çareseriyê gellek caran li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di be rojev de ye, lê herî dawî Hevserokê HDPê Mithat Sancar jî di roja aştiyê de ragihand ku ew hêvî nakin careke din prosyeke weke salên 2013ê û 2015ê were rojevê.