Tirkiyeyê geştên asmanî yên ber bi Îranê ve rawestandin

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê geştên asmanî yên ber bi Îranê ve rawestandin.

Ajansa fermî ya Tirkiyeyê ragihand ku Kompanyaya Rêyên Asmanî ya Tirkiyeyê (THY) geştên asmanî yên îşev ên ber bi Îranê ve rawestandin.

Li gorî ajansê, THYyê geştên xwe yên ber vi Îranê ve ji ber aloziyên di navbera Îran û Îsralê de bi paş xistine.

Li gorî heman çavkaniyê, ew geştên ku ji bo bajarên cuda yên Îranê dihatin plankirin dê sibe bên kirin.