Li Kastamonuyê polîsek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Kastamonuyê yê Tirkiyeyê polîsek hat kuştin.

Li gorî agahiyan, polîsê bi navê Ahmet Şahan li ser îxbarê çûye cihe bûyerekê û li wê derê pevçûnek qewimiye.

Kesê bi navê Î.B. (32), Ahmet Şahan bi guleyan birîndar kiriye.

Tîmên tenduristiyê Ahmet Şahan bi birîndarî veguhastiye nexweşxaneyê lê ew ji mirinê nefilitiye.

Hat ragihandin ku Ahmet Şahan ji bajarê Nevşehîrê yê Tirkiyeyê ye.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya xebera kuştina vî polîsî li ser hesabê xwe yê Xê belav kir.

Li hêla din, di heman êrişê polîsê bi navê Arîf Ay jî birîndar bûye û hat diyarkirin ku Î.B. jî ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.