Wezîrê Parastina Tirkiyeyê: Berdana destbiseran nêzîk e

Enqere (Rûdaw)- Wezîrê Parastina Tirkiyeyê Ismet Yilmaz got, xebatkarên konsolosxaneyê yên li Mûsil ji aliyê DAIŞê ve hatîn destbiserkirin “îro-sibe” dê bên berdan.

Li gorî nûçeya ajansa DHAyê Yilmaz, li Sêwasê pirsên çapemeniyê bersivand û derbarê rewşa xebatkarên konsolosxaneyê yên li Mûsil ji aliyê DAIŞê ve hatîn destbiserkirin agahî dan.

Yilmaz got, ew li ser meseleyê dixebitin û li Iraqê gotina kî li cem DAIŞê îtibarê bibîne, ew li gel wan aliyan hevdîtinan pêk tînin.

Yilmaz wiha axivî: “Dibe ku sibe bên, dibe ku roja din. Bila malbatên wan sebrê bikişînin.”

DAIŞê piştî 11ê Hezîranê dest danî ser Mûsilê, ser konsolosxaneya Tirkiyeyê de girtîbû. DAIŞa ku dest li xebatkarên Iraqî nedayî, 48 tirk; ku ji van 2 zarok û 3 jin in, desteser kiribû.