Li Tirkiyeyê qedexeyên hilbijartinê hatin ragihandin


Hewlêr (Rûdaw)- Desteya Hilbijarinê ya Bilind (YSK) a Tirkiyeyê, qedexeyên roja hilbijartina serokomariyê de ragihand.

Li gorî biryara YSKê ya di Rojnameya Fermî ya (Resmî Gazete) îro de, derbarê qedexeyên hilbijartina serokomariyê de ev tişt hatin gotin:

-10ê Tebaxê roja Yekşemê ya ku hilbijartin çêbibin û 24ê Tebaxê roja Yekşemê ya ku egere bibe, dora duyemîn a hilbijartinê de, ji saet 06.00an heta saet 24.00an firotina alkolê û dayîna alkolê ya li cihên gelemperî qedexeye.

- Roja hilbijartinê heta dawiya demê deng dayînê, li cihên şahiyê û xwazringehan, tenê dikarin xwarinê bidin. Cihên keyfê yên weke qehweqane û kafeyên internetê nikarin bên vekirin.

- Eger hilbijartin bimîne 24ê Tebaxê dora duyemîn, ji saet 06.00an heta 24.00an ji xeynî hêzên ewlehiyê, tu kes nikare çekan hilgire.

- Roja hilbijartinê heta saet 18.00an qedexeye ku di televizyon û radyoyan de derbarê hilbijartinan de nûçe û agahî bên dayîn.

- Televizyon û radyo dikarin nûçe û agahiyên ji YSKê ve hatî dayîn di navbera saet 18.00 û 21.00an de biweşînin.

- Piştî saet 21.00an hemû weşan serbest in. Lê belê eger YSK pêwîst bibîne, dikare beriya 21.00an destûra weşana serbest bide.