Ji Gulanê ve li Tirkiyê kirêya xaniyan %100 zêde bûye

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyê di salên dawî de ji ber krîza aborî û enflasyona bilind her diçe kirêya xaniyan zêde dibe û kirêcî nikarin li gorî budçeya xwe xanî bibînin. Li gorî lêkolînan, li tevahiya bajarên Tirkiyê di meha Gulanê de bihayê kirêya xaniyan ji sedî 100 zêdetir biha bûye.

Hikûmeta Tirkiyê, jî wek sala 2022yan dîsa biryar da ku ji bo salekê kirêya xaniyan ji sedî 25 zêdetir neyên bihakirin. Lê hejmarek zêde xwediyê xaniyan li gel vererastkirinê jî guh nadin vê biryarê û kirêya xaniyan ji sedî 25 zêdetir dixwazin. Ji loma jî li dadgehan dozên di navbera kirêcî û xwediyê xaniyan de gelek zêde dibe. Li aliyê din, li Stenbolê kirêya herî kêm a xaniyan li navçe û taxên dûrî bajêr ji 7 hezar lireyî dest pê dike heta 50-60 hezar lireyî jî bilind dibe.

Bayram Sabuncu yê 42 salî ku xelkê Agiriyê ye û bavê 4 zarokan e, bi salan e li Stenbolê karê neqliyata eşyayên xaniyan dike, lê ji ber bihabûna kirêya xaniyan nikare malbata xwe bîne Stenbolê û bi malbata xwe re re bijî. Ji ber bihayê giran yê bilêta otobusê ew vê cejnê nikaribûye biçe cem malbata xwe jî. Bayram, bi hevalekî xwe yê karker re beriya 5 salan li taxekê xîzan a Stenbolê ji xwe re malekê yek odeyî bi 2 hezar lireyî kirê kiriye.

Kirêcî Bayram Sabuncu got "Me malbata xwe li memleket hiştiye û em ji bo debara xwe bikin hatine vê derê xurbetiyê. Em beşek zêde ji qezenca xwe didin kirê, faturayên elektrik û avê. Mesref pir zêde ne. Ev zilm e. Niha em ji xaniyê ku tê de ne derkevin ancax em dikarin 5 hezar lire kire bidin, wekî din em nikarin bidin. Lewra qezenca me zêde tune ye."

Ciwanê bi navê Sinan Şah ku li Mecidiyekoyê ji xwe re cafeyekê vekiriye dibêje, sala par xwediyê dikanê ji sedî 75 kirêya dikanê zêde kiriye û ew niha 30 hezar lire kirê dide. Esnaf û dikandar, ji hikûmetê daxwaz dikin ku ew vererastkirina sînordarkirina zêdebûna kirêyan wek ji sedî 25 ji bo dikan û kargehan jî bê cibicihkirin.

Esnafê kirêcî Sinan Şah anî ziman "Niha sînorê herî bilind ê xaniyan ji sedî 25 e. Lê ji bo xwediyê dikan û kargehan tu sînor tune ye. Ew dikarin li gor dilê xwe kirê zêde bikin. Mesela xwediyê dikana min di meha Sibatê de ji sedî 75 zem kir. Niha kirêya cafeyê 30 hezar lire ye. Ka em çawa bidin, mesref zêde ne. Jixwe rewş wiha be em ê di nava 6 meh an salekê de deriyê dikana xwe bigrin."

Hikûmeta Tirkiyê, wek sala 2022yan dîsa biryar da ku ji 2yê Tîrmehê şûnde ji bo salekê kirêya xaniyan ji sedî 25ê kirêya sala berê zêdetir neyên bihakirin. Lê hejmarek zêde xwediyê xaniyan li gel vererastkirinê jî guh nadin vê biryarê û kirêya xaniyan ji sedî 25 zêdetir dixwazin. Ji loma jî li dadgehan dozên di navbera kirêcî û xwediyê xaniyan gelek zêde dibe.

Kirêcî Ramazan Ozdemir diyar kir " Kesê bi mûçeya herî kêm (11 hezar û 402 lire) debara xwe dikin ka çawa heqê kirêya xwe bidin û debara mala xwe bikin? Mesref pir zêde bûne. Niha nanek bûye 6 lire, sibê wê bikin 10 lire."

Xwediyê xanî Halil Unal ragihand "Heke zêdebûna kirêyan ji sedî 25 sînordar kiribin, ev tiştekî baş e. Lê ez bawer nakim ku xwediyê xaniyan pabend bin. Xwedê wîjdanê bide xwediyê xaniyan."

Li gorî lêkolîna zanîngeha Bahçeşehirê, li tevahiya Tirkiyê di meha Gulana îsal de bihayê kirêya xaniyan li gorî heyama sala borî ji sedî 101, li Stenbolê jî ji sedî 109 zêde bûye. Her wiha li gorî lêkolînekê, li Stenbolê kirêya herî kêm a xaniyan li navçe û taxên dûrî bajêr, ji 7 hezar lireyî dest pê dike heta 50-60 hezar lireyî jî bilind dibe.