Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin: Di Hezîranê de 31 jin ji aliyê mêran hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raporta Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin di Hezîrana îsal de 31 jin ji aliyê mêrên ku nasê wan in hatine kuştin.
Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin raporta xwe ya Hezîrana 2022ê eşkere kir.
Li gor raportê meha borî 31 jin hatin kuştin û 22 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatine dîtin.
Li gor raportê Hezîrana îsal 4 jin li parêzgeha Stenbolê, 3 jin li Zonguldak, li Enqere, Izmir, Antalya û Balikesirê 2 jin, li Edene, Bursa, Isparta, Meletî, Denizli, Wan, Edirne, Muş, Erzerom, Kayseri, Êlih, Giresun, Kutahya û Tekirdagê jî yek jin hatiye kuştin.
Jin ji aliyê kî ve hatine kuştin?
%32 mêrê wê
%23 mêrê ku pê re dijî
%13 Bavê wê
%10 Nasê wê
%6 mêrê wê yê berê
%6 diyar nîne
%3 mêrê wê yê berê
%3 xizmên wê
%3 kurê wê
Li gor raportê jin herî zêde li male hatine kuştin ku hejmara wan 23 ye û ev jî ji %74ê kuştina jinan e.
Herî zêde jin li ku derê hatine kuştin?
% 74 li male
% 10 Ne diyare
% 6 li Kolanê
% 3 li zeviyê
%3 li cihê vala
%3 li cihê din
Herwiha li gor raportê ji 31 jinan 11 jin ji wan ji ber ku xwestine xwe ji mêrê xwe berdin û lihevkirin red kirine hatine kuştin. 2 jin jî bi hinceta aboriyê û 18 jin jî sedema kuştina wan nehatiye diyarkirin.
Jin bi kîjan sedeman hatine kuştin?
% 58 Sedem nehatiye diyar kirin
% 35 ji ber xwestiye derbarê jiyana xwe de biryar werbigre
% 6 Aborî
Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin di Gulana îsal de jî ragihandibû ku di vê mehê de 35 jina hatine kuştin û 16 ji wan bi awayekî bi guman hatine dîtin.