Hevserokên HDPê sond xwarin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar li Parlamentoya Tirkiyê sonda yasayî xwarin.

Piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê yên Parlementerî û Serokkomariyê yên Tirkiyê Îro 2ê Hezîrana 2023an yekem civîna Parlamentoya wî welatî bi sondxwarina parlamenteran di demjimêr 14:00an de dest pê kir.

Ji ber ku parlamenterê herî bi temen bû serokê giştî yê MHPê û Parlamenterê Osmaniyeyê Devlet Bahçelî yekem civîna  gera 28emîn a Parlamentoya Tirkiyê birêvebir û bi awayekî demkî serokatiya parlamentoyê dike.

Parlamenterên HDPê ku di hilbijartinan bi nav û logoya Partiya Çepên Kesk (YSP) beşdarî hilbijartinan bibû, di merasîma sondaxwarinê de amade bûn li gor rêzbendiya bajaran a û tîpên alfabeyê sonda yasayî xwarin.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan ku ji parêzgeha Wanê weke parlamenter hatiye hilbijartin sonda yasayî xwar. Piştî Buldan Hevserokê HDPê Mîthat Sancar jî ku parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê weke parlamenter hatiye hilbijartin sonda yasayî xwar.

Piştî hevserokên HDPê Wekîla Serokê Grûba HDPê Meral Daniş Beştaş ku ji Erzeromê weke Parlamenter hatiye hilbijartin sonda xwe ya yasayî xwar.

Hevserokên HDPê û Parlamenterên Partiya Çepên Kesk (YSP) ku di 14ê Gulanê de mafê parlamenteriyê bidestxistine ev metna sondxwarinê xwendin, “Ez ê hebûn û serbixweyiya dewletê, yekpariya welat û gel bêyî şert û merc biparêzim. Ezê pabendî serweriya yasayî, komara demokratîk û sekuler, prensîbên Ataturk û şoreşên wî bim. Ji bo jiyaneke baş û aramiya civakê, hevkariya niştimanî û dadmendiyê ku hemû kes ji mafên mirov û azadiyên bingehîn sûdê bibînin ezê kar bikim û pabendî destûra bingehîn bim. Li ser vî bingehî, ez li pêşberî gelê Tirk ê mezin li ser namûs û şerefa xwe sond dixwim.”

Sondxwarina Parlamenteran li Parlamentoya Tirkiyê berdewam e û biryar e sibe roja Şemiyê 3ê Hezîrana 2023an  Serokkomarê Tirkiyê jî sonda yasayî ya Serokkomariyê bixwe.