Tirkiyeyê xwest penabereke Îranî dersînor bike: Xwe ji qata 3yan avêt

Hewlêr (Rûdaw) – Penabera Îranî Sanaz Celîliyê piştî biryara dersînorkirina wê li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê xwe ji qata 3yan avêt.

Li gorî zanyariyan Rûdawê, penabera Îranî Sanaz Celîlî berî 7 salan çûye Tirkiyeyê û daxwaza penaberiyê kiriye.

Dosyaya penaberiyê ya Sanaz Celîliyê ji bo bajarê Muglayê hatibû şandin.

Beriya bi salekê Rêveberiya Koç û Koçberan a Muglayê biryara dersînorkirina Sanaz Celîliyê derxistibû.

Li ser îtiraza parêzeran Sanaz Celîlî ji Kampa Penaberan a Muglayê hatibû derxistin û li Antalyayê bi cih bûbû.

Sanaz Celîliyê piştî biryara dersînorkirinê xwe ji mala xwe ya li qata 3yan avêt û canê xwe ji dest da.

Rojnameger Şoreş Mohî li ser bûyerê ji Rûdawê re eşkere kir ku bûyerê doh li Antalyayê rû daye û heta niha cenazeyê wê li Nexweşxaneya Antalyayê ye.

Şoreş Mohî amaje bi wê yekê jî kir ku dayika Sanaz Celîliyê jî wekî penaber çûye Tirkiyeyê û beriya bi salekê biryara dersînorkirina wê hatiye derxistin û Tirkiyeyê ew radestî Îranê kiriye.

“Nedixwest vegere Îranê”

Hevala Sanaz Celîliyê, Sanaz Genciyê jî li ser xwekuştina Sanaz Celîliyê ji Rûdawê re got:

“Sanazê êdî nikaribû li Îranê bimîne. Rewşa wê baş nebû û metirsî li ser jiyana wê hebû.

Ew çû Tirkiyeyê û daxwaza penaberiyê kir ji bo bi biçe welatekî din.

Jiyana penaberiyê jî pir zehmet e. Tirkiyeyê biryara dersînorkirina wê derxist.

Parêzeran ew biryar rawestand û lê careke din ew biryar hat dayîn û Tirkiyeyê dê ew radestî Îranê bikira.

Derûniya wê ranekir û nedixwest vegere Îranê.

Sanazê jî doh êvarî dawî li jiyana xwe anî. Em li bendê ne cenaze were Îranê.”