Erdogan: Kiliçdaroglu dixwaze Demirtaş û Ocalan serbest berde

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan îro li Stenbolê rexne li Serokê CHPê û berbijêrê serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu girt û ragihand, Kiliçdaroglu dixwaze Selahattin Demirtaş û Abdullah Ocalan serbest berde.

Recep Tayyip Erdogan roja 2ê Nîsana 2023ê li navçeya Bagcilar a Stenbolê beşdarî vekirina hejmarek projeyan bû û mîtîngek saz kir.

Erdogan behsa girîngiya hilbijartinên 14ê Gulanê kir û wek çarenûsa Tirkiyê pênase kir. Erdogan got: “Li aliyekî Hevpeymaniya Cumhur ku li qada 15ê Temûzê hatiye avakirin heye û aliyê din Hevpeymaniya 7 partî ku li ser berjewendiyan ava bûye heye.”

Erdogan dibêje, ew wek Hevpeymaniya Cumhur, AK Partî, Partiya Tevgera Netewperest, Partiya Yekîtiya Mezin û Partiya Ji Nû ve Xweşguzarî (Yeniden Refah) bi hev re mil bi mil dixebitin û dê bixebitin.

Serokkomarê Tirkiyê di beşeke axaftina xwe de navê 4 partiyên Hevpeymaniya Cumhur hejmart, lê navê HUDA PARê ku yek ji hevbeşên Hevpeymaniya Cumhur e neanî.

Recep Tayyip Erdogan herwiha, Kiliçdaroglu bi wê yekê tohmetbar kir, ku bi “terorîstan” re digere.

Erdogan got: “Gelo li parlamentoyê çû serdana HDPê bay bay Kemal? Li pişt deriyan çi soz dan wan. Çi soz da, bila derkeve eşkere bike. Dikaribû eşkere bike, na nikare. Çi dibêje, qaşo dê Demirtaş serbest berde, serokê terorîstan serbest berde. Ma em ê 14ê Gulanê bersiva bay bay Kemalê ku hewl dide wan serbest berde nedin.”