Ayşe Acar Başaran: Bi hevkariya jinan em dê sîstema heyî biguherînin
Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Jinan a Partiya Çep a Kesk di Karnemeya Jinan a hilbijartinên Serokkomarî û parlamenteriyê de amaje bi wê yekê da ku jin dijî zordariyê bê çare nînin û dê bi hevkariya jinan sîstema heyî biguherînin.
Encûmena Jinan a Partiya Çep a Kesk, roja Yekşemê 2ê Nîsana 2023an li Enqerê Karnameya Jinan (Deklarasyon) a derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê de eşkere kir.
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan û Hevseroka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, dengdana 14ê Gulanê ne tenê ji bo guhertina desthilatê ye lê di heman demê de ji bo guhertina sîstema heyî ye jî.
Berdevka Encûmena Jinan a HDPê Ayşe Acar Başaran bi zimanê Kurdî Karnameya Jinan xwend û diyar kir ku dê jin bi hevkarî û têkoşîna xwe sîstema ku jinan tune dihesibîne û dikuje biguherînin.
Başaran got: “Ji bo ku em hişmendiya rêveberiyên mêrparêzî ên ku bi desthilatdarî, darêzgerî, çapemenî û tevahiya sazî û dezgehên xwe tundî û pêkutiyê dikin DÎSA JIN DÎSA JIYAN! Em ê Peymana Stenbolê paş ve bînin û em ê zagona bi hejmara 6284an bi awayekî bandorker pêk bînin. Em ê Xetên pirziman yên ALO Tundiyê yên ji nû ve vekin. Dema ku jin rûberî tundiyê bû em ê beyana jinê esas bigirin. Dê armanca me ew be ku di pêvajoyên serlêdan, lêpirsîn û darizandinê de hêzên ewlehiyê yên jin ên ku di qada tundiyê de pispor in û dadger û dozgerên jin bên peywirdarkirin.”