Tirkiye û Brîtanya li ser rewşa Sûriyeyê dicivin

Alayên Tirkiye û Brîtanyayê / Wêne: Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên Tirkiye û Brîtanyayê dê sibe li Enqereyê  li ser rewşa Sûriyeyê civîneke taybet li dar bixin.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Nuh Yilmaz û Berpirsê Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê yê Rojhilata Navîn, Afrîkaya Başûr, Efxansitan û Pakistanê Hamish Falconer dê sibe li Enqereyê bicivin.

Li gorî zanyariyan, her du alî dê di civînê de li ser rewşa Sûriyeyê û rûdanên li cîhan û herêmê gotûbêjan bikin.

Li gorî daxuyaniyê Nuh Yilmaz, dê di civînê de nerîna Tirkiyeyê ya li ser ewlehî, aramî û rewşa Sûriyeyê ji muxabatabê xwe re bêje.

Her wiha dê girîngiya piştevaniya navdewletî ya hewlên avakirina hikûmeteke merkezî li Sûriyeyê bîne ziman û tekeziyê li ser rakirina dorpêçên aborî yên li ser Sûriyeyê bike.

Li gorî çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, Nuh Yilmaz dê diyar bike ku “di paşeroja Sûriyeyê de cihê terorê nîne” û divê Îsraîl dawî li wan çalakiyên xwe yên li Sûriyeyê bîne.