Paketa nû ya darazê bû sedema karvedanan: ‘Ev yasaya MHPyê ye!’

Hewlêr (Rûdaw) – 8emîn paketa darazê ya Tirkiyeyê şeva borî li Parlamentoya Tirkiyeyê tevî rexne û nerazîbûnan hat pesendkirin.

Paket ji 43 madeyan pêk tê û bi paketê di yasaya cezeyan a Tirkiyeyê de çend guhertin tên kirin.

Desthilat vê pêngavê wekî reforma darazê bi nav dike.

Parlamenterê AK Partiyê Cuneyt Yuksel got:

“Ez dixwazim kêfxweşiya xwe li ser pesendkirina vê pêşniyarê bînim ziman ku hestyariyên miletê me û pêdiviyên sîstema me ya darazê li ber çavan digire û bi armanca bihêzkirina sîstema me ya hiqûqê bi hûrgilî hatiye amadekirin.”

Tevî ku berî niha Dadgeha Destûrê red kiribû jî bi paketa nû li ser navê rêxistinkirina tawanekî jî êdî bi yasayî bû tawan.

Ji ber ku bi piranî endam û alîgirên DEM Partiyê û siyasetmedarên Kurd ji wê madeyê tên darizandin herî zêde Parlamenterên grûpa DEM Partiyê ji paketa nû ya darazê nerazî ne.

“Hûn bêyî ku bizanin çi ye destê xwe bilind dikin”

Parlamenterê DEM Partiyê Zulkuf Uçar anî ziman:

“Ev yasa yasaya Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) e. Hûn bêyî ku bizanin naveroka vê yasayê çi ye destê xwe bilind dikin.

Tenê ji bo ku bo hêzên ewlehiyê bibe moral ev yasa hatiye amadekirin.”

Li gorî paketê di dozan de cezayê pere jî hat zêdekirin.

Sînorê herî jêr ê rojeke girtîgehê ji 20 lîre ji bo 100 lîreyî û sînorê herî jor jî ji 100 lîre ji bo 500 lîreyî hat zêdekirin.

CHP dibêje di darazê de reform bi zêdekirina cezayan nabe.

Parlamenterê CHPyê Suleyman Bulbul jî got:

“Di darazê de reform bi vê çarçoveyê nabe. Bi çi dibe, bi dewleta hiqûqê dibe. Bi demokrasî û azadiyan dibe.

Reforma darazê bi ti awayî bi deshilata AK Partî û Hevpeymaniya Cumhur nabe ku avhewaya tirsê anîne, azadî dane aliyekî û ew kesên ku mafên xwe yên destûrî bi kar tînin ceza dikin.”

Paketa nû ya darazê bi 237 dengên erê li hemberî 61 dengên na hat pesendkirin.

Biryar e ew paket ji 1ê Hezîrana 2024an û pê ve bikeve warê bicihkirinê.