Piştî erdhejê malên zerar dîtine tên valakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îskenderûnê ya parêzgeha Hatayê li başûrê Tirkiyê, welatiyên ku malên wan di erheja 6ê Sibatê de zerar dîtine, malên xwe vala dikin. Lê welatî ji nirxê kirêya veguhestina kelûpelan nerazî ne û dibêjin piştî erdhejê nirx hatine zêdekirin û ji ber wê hinek nikarin mala xwe jî vala bikin.

Pinar Semercî nişteciha Îskenderûnê ji wê rewşê dilgiran û nerazî ye.

Pinar Semercî dibêje: “Ez niha dixwazim tiştê xwe veguhêzim nav maleke nû lê mal peyda nabin. Mala ku ez berê tê de dimam 3 hezar û 500 lîre bû, niha nirxê kirê li Îskenderunê bûye 8 hezar û 10 hezar lîre. Berê kompanyayên veguhestinê 4-5 hezar lîre distandin niha kirine 10 hezar lîre, hêza min têrê nake. Me heta niha ti alîkariyek jî wernegirtiye.”

Gelek caran agahiyên ku dibêjin piştî erdhejê nirxê kirêya xaniyan û veguhestinê hatiye zêdekirin belav dibin.

Lê xwediyê kompanyayekê ku ji Stenbolê hatiye vir û tiştên vê malê vediguhêzin dibêje, wan destkariya nirxan nekiriye û ew li gor nirxên ku hikûmetê destnîşan kirine kar dikin.

Dursun Açikgul, xwediyê kompanyayeke veguhestina kelûpelan dibêje: “Pêwîstiya wan bi veguhêzkar heye û pêwîstiya me jî bi kar. Li vir peydakirina elemanên kar û asansorê zehmet e. Rojane em du malan vediguhêzin. Li vir eleman bi hezar lîreyan kar dike û min sê eleman girtine. Em jî du kes dike 5 kes. Em vê malê bi 9 hezar lîreyan vediguhêzin. 5 hezar bo elemanan, 2 hezar yê asansorê û 2 hezar jî yên kompanyayê.”

Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ya Tirkiyê biryar daye, avahiyên di erdhejê de zerar dîtine bên valakirin û rûxandin.

Li gor wezareta navborî li Hatayê biryar e 60 hezar avahî ku 213 hezar daîreyan li xwe digre divê bi awayekî bilez werin rûxandin.