Tirkiye dê li Çiyayê Qendîlê li petrolê bigere (Hat nûkirin)

 

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Taner Yildiz got ewê li Çiyayê Qendîlê li li petrolê bigerin

Taner Yildiz îro li Eqereyê beşdarî merasîma rêkeftina ligel Zanîngeha Hacettpeyê bû û pirsên rojnamevana bersivand.

 

Yildiz anî ziman di çarçoveya peymanên ligel Hikûmeta Iraqê û peymanên ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kirin de li binya Çiyayî Qendîlê blokên wan hene û ewê li pêşa Çiyayê Qendîlê li sahaya Çoman û Hindirin li petrolêê bigerin.

 

 Taner Yildiz wiha got: “Ez hêvî dikim ku bi saya pêvajoya çareseriyê rêya vê yekê dê li ber me vebe"