Li Antakyayê mexdûrên erdhejê li xizmên xwe yên winda digerin: ‘Em dixwazin goreke wan hebe!’

Hewlêr (Rûdaw) – Salek di ser erdhejê re derbas dibe û hîn jî gelek kes winda ne û endamên wan malbatan li nava kavilên erdhejê li dû şopekê ne.

Sevda Kose yek ji wan qurbaniyan e ku li navçeya Antakyayê ya Hatayê heta niha hewla xwe berdewam dike û li dû aqûbeta xizmên xwe ye.

Qurbaniya erdhejê Sevda Koseyê got:

“Ji bo bên rizgakirin 6 rojan kar hat kirin. Me agir pêxistibû û em li bendê bûn. Em li hêviyê bûn ku bên derxistin, her em li derdora avahiyê dizîvirîn.

Me li kesên ku dihatin derxistin dinêrî, me digot gelo yên me ne. Agir jî bi avahiyê ketibû lê cenazeyên wan nehatin dîtin.”

“Xwezî me cenazeyên wan bidîta”

Nur jî dayik, bav û birayê wê winda ne.

Dibêje ew yek bi yek li goristanên bêkesan geriyaye û ligel hemû hewldanên xwe ti encamek bi dest nexistiye.

Qurbaniya erdhejê Nur Delenê jî anî ziman:

“Di destên me de betanî em li benda rizgarkirina wan bûn. Dema nehatin dîtin em kêfxweş bûn ku nemirine. Lê niha salek derbas bû, em dibêjin xwezî me cenazeyên wan bidîta da ku goreke wan heba.”

Li gorî amarên Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê yên 2yê Sibata 2024an di erdhejên 6ê Sibatê de 53 hezar û 537 kesan canê xwe ji dest daye û 107 hezar û 213 kes jî birîndar bûne lê derbarê kesên winda de ti amar nehatine belavkirin.