Li Enqereyê operasyona DAIŞê: 15 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku li bajarê Enqere yê Tirkiyeyê di operasyonekê de 15 gumanbarên DAIŞê yên biyanî hatine desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya doh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hêzên ewlehiyê li bajarê Enqere operasyoneke DAIŞê ya bi navê "Qehreman- 48" pêk aniye.

Yerlîkaya da zanîn ku hêzên ewlehiyê di çarçoveya operasyonê de bi awayekî hemwext bi ser çend navnîşanan de girtine.

Di wê operasyonê de 15 kesên biyanî bi tohmeta endamtî û alîkariya DAIŞê hatine desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de tekezî li ser berdewamiya operasyonan kir û wiha got:

“Em 12 meh, 4 demsal û 365 rojên salê bi şev û roj operasyonan pêk tînin.

Rûbirûbûna me ya ligel terorê heta bidawîanîna terorîstê dawî dê bi pêdagirî berdewam bike.”