Antalya: Cenazeyê sê kesan di otomobîlekê de hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Antalyayê yê Tirkiyê cenazeyê sê kesan di otomobîlekê de hatîn dîtin ku bi çek hatine kuştin.

Li gor zanyariyan roja Pêncşemê 2ê Sibata 2023an li taxa Karaoz a ser bi navçeya Aksu ya Antalyayê welatiyan dengê teqeyan bîhîstine û hêzên ewlekariyê ji rewşê agahdar kirine.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û di otomobîlekê de cenazeyê sê kesan dîtin ku gule li serê wan hatine xistin.

Li gor zanyariyan kesek birîndar jî hatiye dîtin û bo nexweşxaneyê hatiye rakirin.

Hat ragihandin hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê wergirtine û lêkolînên li ser bûyerê berdewam in.