Pizîşk ji Tirkiyê koç dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di van salên dawî de hejmara pizîşkên ku koçî welatên derve û Ewropayê dikin roj bi roj zêde dibe. Bi awayekî li gor amarên Yekitiya Pizîşkên Tirk di 10 salên dawî de 5 hezar û 35 pizîşkan ji ber şert û mercên zehmet ên kar, kêmiya mûçe û tundûtîjiya li beramber wan ji Tirkiyê koç kirine. Herwiha di 18 mehên destpêka belavbûna virûsa Coronayê de jî zêddeyî 8 hezar pizîşkan ji ber heman sedeman dest ji kar berdane.

Seroka Yekitiya Pizîşkên Tirk Şebnem Korur Fincanci li ser hesabê xwe yê medya civakî  peyamek belav kir û bal kişand ser hejmara wan pizîşkên ku dixwazin biçin welatên derve.

Seroka Yekitiya pizîşkên Tirk dibêje “Serlêdana belgenameya pakiyê ku di sala 2012ê de 59 kes bû, di sala 2021ê de gihiştibû 1405 kesan. Mixabin di meha yekem a sala 2022ê de gihişt 197 kesan. Em pizîşkên xwe yên ku her roj rûbirûyî tûndûtûjiyê dibin û heqê keda xwe nastînin ji dest didin. Haya we jê heye?

Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Pizîşkên Tirk Halîs Yerlîkaya derbarê sedemên koça pizîşkan de ji Tora Medyayî ya Rûdawê axivî û got, pizîşk  pêşaroja xwe li Tirkiyê nabînin û ji bo jiyaneke baştir koçî welatên derve dikin. Yerlîkaya tekez dike ku eger koça pizîşkan bi vî awayî berdewam bike dê sîstema tendirûstî ya Tirkiyê têk biçe.

Endamê Konseya Navendî ya Yekitiya Pizîşkên Tirk Halis Yerlikaya got “Xebatkarên tendirustiyê û herwiha pizîşk ne bextewar in. Pêşeroja xwe li vî welatî nabînin. Şert û mercên ku tê de dixebitin giran in. Mûçeyên wan gelek kêm e. Saetên dirêj dixbitin û hurmet ji wan re nayê dayîn. Ev jî hemû dibin sedem ku gelek pizîşk ji vî welatî koç dikin. Birastî eger wiha berdewam bike, dê pergala tendirustiyê li Tirkiyê hilweş e.”

Li gor amarên dawî yên  Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 165 hezar û 363 pizîşk hene. Wate  derdora her 500 welatiyan pizîşkek dibe para wan. Ev di demekê de ye ew hejmar di nav piraniya welatên endamên Sazmana Geşedan û Hevkariya Aborî  (OECD  oîsîdî) de 341 e. Wate Tirkiye ji bo gihiştina asta wan welatan pêdivî bi nêzîka 80 hezar pizîşkan heye, lê berovajî zêdebûna pizîşkan, pizîşkên heyî jî ji ber sedemên corbicor wî welatî bicih dihêlin.

Pizîşkên Tirkiyê heta niha gelek caran ji bo başkirina mûçeyê xwe û şert û mercên kar çalakî pêk anîne û bo çend rojan dest ji kar berdane. Lê tevî vê yekê hikûmeta Tirkiyê ji bo wan ti pêngavek neavêtiye. Birayar e di 8ê ve mehê de pizîşk careke din li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo bidesxistina mafên xwe destbi grevê bikin.