Demîrtaş: Em dest bi kampanya hilbijartinan dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş ragihand ku ew ji bo hilbijartinên bên ên Tirkiyê dest bi kampanyayê dikin.

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş ku ji Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê hilbijartinên Tirkiyê yên bên de daxuyaniyek da.

Demîrtaş ku banga pêşniyar, hevkarî û beşdarbûna dike û dibêje: “Yekemîn roja xebatê ya sala nû ye. Silavek mezin û ji dil pêşkeşî we hemûyan dikim. Ev sala bila di warê azadî, demokrasî, aştî û bextewariyê de bibe saleke bi sûd. Di demekê de ku bila ew li korîdorên siyasetê amakedariyên tifaq, berbijêr û lîsteyên amade bikin, em ji bi hev re kampanyay xwe bidin destpêkirin. Em destpê dikin!”

Di berdewamiya twîta xwe de Demîrtaş herwiha nivîsandiye: “Werin em ne ji bo nav û partiyek, lê ji bo demokrasiyê bi beşdariyeke herî berfireh dest bi kampanya xwe bikin û heta roja dawî bi hev re bimeşînin.

Amadekariyên me ji bo kampanyayeke hilbijartinê ya bi coş û kêfxwe û bi biryar hene, mm li benda pêşniyar, hevkarî û beşdariya we ne.”