Tirkiye: Penaberên ku li rastî neheqiyê tên gilî tomar dikin

01-12-2022
Omer Sonmez
Penaberên ku li rastî neheqiyê tên gilî tomar dikin
Penaberên ku li rastî neheqiyê tên gilî tomar dikin
Nîşan Vegerandina Koçberan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di dema dawî de li Tirkiyê, li ser rewşa Navendên Vegerandina Penaberan gelek îdiayên îşkence û binpêkirinên mafên penaberan tên rojevê. Di 7ê Mijdara îsal de otobûsa ku penaberên Sûrî ji Stenbolê ber bi Navenda Vegerandina Penaberan a Amedê ve dibir, li Sêwasê qeza kiribû. Di encama qezayê de, 2 penaberan canê xwe ji dest dabûn û 38 penaber jî birîndar bibûn. Piştî qezayê derketibû holê ku destê penaberan bêyî yasayî, bi kelepçeya plastîk hatibûn girêdan û loma wan nikaribûn xwe xilas bikin. Wan penaberan li ser vê yekê gilî tomar kirin.

Du penaberên birîndar ên wê qezayê serî li Komeleya Mafên Mirovan dan. Parêzer wê li dijî Serokatiya îdareya Koçberan gilî tomar bikin û ji bo dermankirina birîndaran daxwaza tezmînatê bikin. Penaberên ku li Navendên Vegerandina Penaberan mane didin zanîn ku ew li navendan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve rastê miameleya xirab, lêdan, heqaret û siqêfan tên.

Di 7ê Mijdara îsal de otobûsa ku penaberên Sûrî ji Navenda Vegerandina Penaberan a Tuzlaya navçeya Stenbolê ber bi Amedê ve dibir, li Guruna Sêwasê qelibî bû. Di encama qezayê de, 2 penaberên bi navê; Mehmûd Elhac Elî ê 26 salî û Ehmed Mûsa Elmuslat ê 29 salî canê xwe ji dest dabûn û di nav de 38 penaber bi giştî 43 kes jî birîndar bûbûn. Ji ber xemsariyê ajokar ê otobûsê Yucel Y. 37 salî hatibû girtin.

Li Tirkiyê bi vê qezayê carekê din rewşa Navendên Vegerandina Penaberan û binpêkirinên li wan navendan hate rojevê. Piştî qezayê derketibû holê ku di dema rêwitiyê de destê penaberan bi kelepçeya plastîk hatibûn girtin. Ji ber vê yekê jî penaber di dema qezayê de li ser hev diqelibin û nikarin xwe xilas bikin.

Mihemed Îbrahîm Hemûdê 19 salî ku ji Helebê ye û Evdilqadir Derkûşiyê 24 salî ku ji Idlibê ye birîndar û mexdûrê wê qezayê ne. Milê Mihemed di qezayê de dişkê û tê emeliyetkirin. Evdilqadir jî ji serî, çav, rû, her du mil û ji lingên xwe birîndar dibe.

Ew bi hinceta ku li bajarên (Kilîs û Manîsa) ku lê hatine qeyidkirin îqamet nakin li Stenbolê ji aliyê polîsan ve tên girtin û ji bo Navenda Vegerandina Penaberan a Tuzlayê tên şandin. Ew didin zanîn ku li navendê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve rastê miameleya xirab, lêdan, heqaret û siqêfan hatine.

Penaberê Sûrî Mihemed Îbrahîm Hemûd got, “Dibe ku bandora wê nebe, serederî gelekî ne zehmet bû. Ya bandor li me kirî tenê bûyera trafîkê bû. Ti kesî ji me re astengî çênekirine, ti kes bi me re neaxiye.”

Penaberê Sûrî Evdilqadir Derkûşî got, “Ji Tuzlayê wê em bibirana Amedê. Destê me kelepçekirî bû. Di dema qezayê de ez jî di bin otobusê de mam. Heger kelepçe tunebûya belkî wan qurbaniyan karibûna xwe xilas bikirana. Ez li nexweşxaneyê 6 rojan mam. Wê demê kes xwedî li me derneket. Niha wek berê ez nikarim bixebitim. Loma jî em daxwaza tezmînatê (qerebûyê) û îqameta li Stenbolê dikin.”

Her du mexdûrên qezayê li gel mafnas û parêzerên ji Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê OHD, li şaxa Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Parêzer wê li dijî Serokatiya îdareya Koçberan û Navenda Vegerandina Penaberan gilî tomar bikin û ji bo dermankirina birîndaran daxwaza tezmînatê bikin.

Berdevkê Komîsyona Penaberan a OHDê Tahir Demirci anî ziman, “Mafên jiyanê yên penaberan hatine binpêkirin. Ji xwe ji ber îqametê vegerandina wan, îja di ser de jî kelepçekirina wan yasayî nîne. Ev li dijî hiqûqa navdewletî ye. Berpirsyarî û xemsarî ya îdareyê ye. Em ê li dijî îdareya Koçberan û fîrmaya otobusê gilî tomar bikin û proseya hiqûqî bidin destpêkirin.”

Penaber û Çalakvanê Mafên Mirovan Taha Elgazî got, “Li Navendên Vegerandina Penaberan gelek maf tên binpêkirin. Mafê hevdîtin û peywendiyê ya bi malbat û parêzeran re tê astengkirin. Her wiha li hin navendan penaber rastê tundiya fizîkî tên û bi zorê belgeya vegerandina xwebexşî li wan tê îmzekirin. Bûyerên bi vî rengî zêde dibin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li 25 bajaran bi giştî 30 Navendên Vegerandina Penaberan heye û bi giştî kapasîteya wan 20 hezar û 540 e. Koçber û penaberên ku ji bo van navendên çavdêriya îdarî tên anîn, piştî karûbarên prosedorê ji Tirkiyê tên dersînorkirin. Lê di demên dawî de ev nevend tim bi îdiayên îşkence, miameleya xirab, heqaret û binpêkirina mafan ya li hemberî penaberan tên rojevê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst