Serokwezîrê Îraqê li Stenbolê ye
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê ji bo hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê re gihîşt Stenbolê.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriya Îraqê gihîştina Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriya Îraqê di daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ji bo hevdîtineke bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re gihîşt Stenbolê.”
Recep Tayyîp Erdogan meha Nîsana îsal tevî şandeyeke çû serdana Îraqê û hat Herêma Kurdistanê.
Di serdanê de Enqere û Bexdayê 26 peymanên di warên cuda de îmze kirin.
Şeva borî Mihemed Şiya Sûdanî ji bo şopandina peymanên ku bi Tirkiyeyê re hatine îmzekirin, bi komîteya Tirkiyeyê re civiya.
Di civînê de Sûdanî ji pêşhatên dawî yên bicihkirina peymanan hat agahdarkirin.