Balafirên bombebaranê yên Amerîkayê gihiştin Tirkiyeyê
Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên bombebaranê yên B-1B ên Amerîkayê gihiştin Baregeha Esmanî ya Încîrlikê ya li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê.
Binkeya Esmanî ya Încîrlîkê şeva borî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Balafirên bombebaranê yên B-1B ên Amerîkayê bi armanca perwerde û veguhestina sotemeniya balafiran hatien balafirgehê.
Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, bi armanca perwerdeya esmanî ya hevahengiya balafirên Amerîkî yên B-1B ên bombebaranê, tankên Asena KC-135R û balafirên F-16 bi artêşa Tirkiyeyê re hatine entegrekirin.
Fermandarê 9emîn EBS a Hêzên Esmanî yên Amerîkayê Stillwell got:
“Xebatên tîman ên ku me bi hevbeşên xwe yên Hêzên Esmanî yên Tirk re kirin, xebatên hevbeş ên hêzên esmanî yên NATOyê û profesyoneliya wan nîşan dan.”
Alîkarê Fermandarê 39emîn Baregeha Esmanî ya Hêzên Esmanî yên Amerîkayê Robert Schoeneberg got:
“Em bi kelecan in ku piştgiriya operasyona veguhestina sotemeniya germ a Încîrlikê dikin.
Ev şiyanên bêmînak û girîngiya stratejîk a Încîrlikê nîşan didin.”
Hejmara balafirên ku gihîştine Tirkiyeyê nehatiye diyarkirin.
Lê tiştê balkêş ew e piştî ku Amerîkayê li dijî Hemasê piştgiriya xwe ji Îsraîlê re ragihand, balafirên bombebaranê yên Amerîkayê çûne Baregeha Esmanî ya Încîrlikê.