Biryara azadkirina Abdullah Zeydan hat sekinandin

Hewlêr (Rûdaw) – Biryara azadkirina parlamenterê HDPê yê berê Abdullah Zeydan li ser daxwaza Dozgeriya Amedê, hat sekinandin.

Serdozgeriya Komarî ya Amedê, li dijî biryara azadkirina parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdullah Zeydan derket û li ser vê yekê 5mîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara azadkirina Zeydan rawestand.

Parêzer Mahsunî Karaman, îro li ser hesaba xwe ya Twîtterê ragihandibû ku dadgehê biryara azadkirinê derbarê parlamenterê berê yê HDPê Abdullah Zeydan de, daye.

Mahsunî Karaman aşkere kiribû ku wan di çarçova paketa nû ya darazê de, daxwaz berdana Zeydan kiribûn û diyar kiribû li ser vê yekê derbarê wî parlamenterê berê yê HDPê de biryara berdanê hatiye dayîn.

Abdullah Zeydan di heyama xula 26an de parlamenterê HDPê yê Colemêrgê bû û di dema wê pêla girtina parlamenterên HDPê ku hevserokên wê partiyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de bûn,  piştî têkçûna proseya çareseriyê li wî welatî, hatibû girtin û ji roja 4ê Mijdara 2016an ve di Zîndana Tîpa F a Edirnê de tê girtin.