Parlamentoya Tirkiyeyê îro vedibe: Rojev çi ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Heyama nû ya Parlamentoya Tirkiyeyê îro dest pê dike.

Rojevên sereke yên parlamentoyê gotûbêjên "Yasaya Pîşeyî ya Mamosteyan" û "Pakêta 9emîn a Darazê" ne.

Heyama 28emîn a Parlamentoya Tirkiyeyê îro bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş demjimêr 15:00an dest pê dike.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî beşdarî destpêkirina heyama nû ya parlamentoyê dibe.

Bi vekirina heyama nû ya parlamentoyê re, di rojên pêş de Yasaya Pîşeyî ya Mamosteyan û Pakêta  9emîn a Darazê dê bên gotûbêjkirin û dengdan li ser wan bê kirin.

Hikûmet bi Pakêta 9emîn a Darazê dixwaze di sîstema darazê de hinek guherînan bike lê mixalefet rexneyên tund li pakêtên darazê digire û dibêje naveroka wan vala ye.