Hunermenda Kurd Hozan Canê hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda Kurd Hozan Canê piştî 2 sal zindanîkirinê hat azadkirin.

Hunermanda Kurd a navdar Hozan Canê ku di çarçova xebatên hilbjartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li Edîrneyê bû, roja 24ê Hezîrana 2018an hatibû desteserkirin.

Mijdara 2018an jî ji aliyê Dadgehê ve bi tohmeta `endamtiya PKKê` 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hozan Canê (Saîde Înac) hat birîn.

Piştî 2 sal zindanîkirinê, parêzera wê îro aşkere kir ku Hozan Canê roja Çarşemê ji girtîgehê hatiye berdan.

Parêzer Newroz Akalan ji ajansa dpa ya Alman re ragihand ku Hozan Canê ji girtîgehê hat berdan lê derketina wê ya bo derveyî Tirkiyê hîn jî qedexe ye.

Li gor zanyariyan doza ku derbarê wê hunermenda Kurd de hatiye vekirin dê 20ê Cotmehê berdewam bike.

Ev di demekê de ye ku parêzera Hozan Canê berî niha serî li dadgeha bilind dabû bi mebesta hilweşandina cezayê li wê hatiye birîn û dadgehê jî tekez kiribû ku ti delîlek berçav nîne ku biselimîne Hozan Canê endama “rêxistinê” ye. Lê dozgeriyê postên Hozan Canê yên li torên civakî wek delîl ji bo îddîayên xwe nîşan dabû.

Hikûmeta Almanyayê jî ji bo çareserkirina vê keysê û berdana Hozan Canê ku hemwelatiya wî welatî ye, hewlên xwe yên dîplomatîk berdewam dikirin. Lê keça Hozan Canê, Gonul Ors jî ku ji bo serdana dayika xwe çûbû Tirkiyê, ji aliyê polîs ve hatibû girtin û piştre hatibû azadkirin lê qedexeya derketina ji Tirkiyê li ser wê jî hatibû sepandin. Doza Ors jî dê îro bê dîtin.