Li Hatayê qeza: 10 leşker birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê wesayîta leşkerî ji piştê ve li TIRê xist. Di encama qezayê 10 leşker birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, li Hatayê wesayîta leşkerî ji piştê ve li TIRa bi plakaya 51 HC 358 a ku H.Ç diajot da.

TIRa ku wesayîta leşkerî lê da, ji Dortyolê ber bi Skenderunê ve diçû.

Di qezayê da 10 leşker birîndar bûn, hate ragihandin ku birînên wan sivik in.

Li ser ahagiyê, ekîbên polîs û tenduristiyê çûne cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê.

Lêpirsîna der barê bûyerê de dewam dike.