Li Edenê zilamekî hevjîna xwe di xew de kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sariçamê ser bi parêzgeha Edenê ya Tirkiyê, zilamekî dema radiza hevjîna xwe kuşt.

Li Taxa Orhangaziyê ya Sariçamê, li ser agahdarkirina cîranên wê ku jinek hatiye kêrkirin, tîmên polîs û tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Piştî polîs çûn cihê bûyerê û deriyê mala du qatî vekirin, dîtin ku jinek li balkona malê bi kêrê hatiye kuştin û du zarok li ber serê wê ne.

Herwiha, hevjînê jinikê R.U. jî bi telefonê li tîmên tendirustiyê geriya û got; “Min, dema razayîbû hevjîna xwe Melek Yildirim kuşt.”

Kujer R.U. piştre xwe radestî polîsan kir. Termê Melek Yildirim jî piştî lêkolînan bo Saziya Pizîşkiya Dadî ya Edenê hat veguhestin.