Şaredariya Enqerê cihên taybet bo qurbanên cejnê amade kirine

Enqere (Rûdaw) - Di cejnên Qurbanê de yek ji xala  giring serjêkirina qurbanê ye. Di van salên dawî de êdî karê serjêkirina qurbaniyan li tesîs û kuştargahên modern û pêşkevtî tê kirin. li Enqerê li tesîsêkê di nava 8 xulekan de ajelalî mezin tê serjêkirin û radestî xwediyê wê kirin. 

Li Enqerê cihên ji bo ku hemwelatî qurbanên xwe lê bidene serjêkirin, di van salên dawî de zêde bûne û ev yeke jî bûye derfet ku xelk bikare bi rêkûpêkî qurbanên xwe serjê bikin û jinge jî were parastin.

Derbarê vê yekê de qesab Semîh Karadag dibêje: “Me niha sîstemeke nû heye û sîstemeke pêşkevtî ye. Qurbanî bi saxî dikeve cihê serjêkirinê, destpêkê tê serjêkirin paşî ser û pê û laş ji hev tê cuda kirin, paşî hundirê wê tê paqijkirin dawî dema digehe ber destê me em dikin 8 parçe û radestê xwediyê wê dikin.”

Li kuştargahê di her 8 xulekan de ajeleke mezin tê serjêkirin û amadekirin, hemwelatî ji xizmeta şaredariyan dilxweş in û dixwazin tesîsên  bi vê rengî bêne zêdekirin û berfirehkirin.

Hemwelatî bi navê Mehmet Tezekan jî got: “Xizmeteke gellek baş e, sîstemeke paqij û pêşkevtî heye em ji zehmetê jî xilas bûn, lê xwezî hinekî din berfireh û mezin bûya.”

Karmendê Tesîsê Metin Yildiran diyar kir ku ew li wir karê amadekirina qurbaniyan bi şêweyekî paqij tê kirin û li durî vîrusa koronayê bi rêkûpêkî kar tê kirin û di nava 8 xulekan de qurbaniyek dibe 8 parçe.

Hemwelatî Oguzcan Erdemli jî got: “Tesîseke baş e, karekî baş hatiye kirin lê pêwîst e ku hejmara karmendan û kabînên serjêkirinê bêne zêdetirkirin, ji bo xelk evqas qelebalîx nebe û kar jî zû were xilas kirin.”

Li her kuştargehekê rojane nêzîkî 600 hewyanê gir û zêdetirî hezar serê hewyanê biçûk li gorî pîvanên qurbaniyan têne serjêkirin. Li kuştargahên Enqerê salên borî şaredarîyan ji bo vê xizmetê pare ji xwediyên qurbaniyan distandin, lê îsal piraniya tesîsan bi belaşî xizmeta hemwelatiyên dikin.