Li Îzmîrê 55 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Dîkîlî û Çeşmeyê yên parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyayê, li nav Deryaya Egeyê 55 koçberên ku dixwest biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê demên dawiyê zextên li ser koçberan zêde bûne û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yunanistanê û li nav Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê, doh li navçeyên Dîkîlî û Çeşmeyê li nav Deryaya Egeyê di nav belemeke plastîk de 26 koçber hatine desteserkirin ku 6 ji wan zarok in.

Herwiha li Girava Karaadayê ya li Çeşmeyê jî 29 koçber hatine desteserkirin ku 9 ji wan zarok in.

 Her 55 koçber piştî karên fermî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmîrê hatin kirin.