Li Artvinê lat bi ser barhilgiran de ketin: 1 mirî, 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kemalpaşa ya ser bi parêzgeha Artvinê ya Tirkiyê, lat û zinar bi ser barhilgiran de ketin û li gor agahiyên destpêkê kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Dîmenên ketina latan ji aliyê kamerayan ve hat tomarkirin.

Parêzgarê Artvinê Yilmaz Doruk ragihand, li ser rêya Hopa-Kemalpaşayê li 25emîn kîlometreya Rêya Peravê ya Derya Reş lat û zinar bi ser 4 barhilgiran de ketin.

Di encama bûyerê de li gor agahiyên destpêkê kesekî canê xwe jidest da û 2 kes birîndar bûn. Her wiha 2 barhilgir bi temamî di bin latan de mane û 2 barhilgiran jî zerareke zêde dîtine.