Namzedê AK Partiyê bû Serokê Parlamentoyê

 

 

Enqere (Rûdaw) – Serokê nû yê parlamentoya Tirkiyeyê hat diyarkirin. Namzedê AK Partiyê Ismet Yilmaz bi 258 dengan bû Serokê nû yê parlamentoyê.

 

Îro piştî nîvro parlamentoya Tirkiyeyê carek din civiya û di tûra çarem a ji bo hilbijartina Serokê Parlamentoyê de, Serokê nû yê parlamentoyê hat diyarkirin.

 

Li gor agahiyan, namzedê AK Partiyê Ismet Yilmaz wek 26mîn Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê hat hilbijartin.

 

Di tûra çarem û dawî de, namzedê AK Partiyê Ismet Yilmaz 258 deng, namzedê CHPê Deniz Baykal 182 deng bi dest anîn. Herwiha 78 deng hatin betalkirin û 29 deng jî vala hatibûn dan.

 

Îro danê sibê di tûra sûyem a ji bo hilbijartina Serokê parlamentoyê, Ismet Yilmaz 259 deng, Deniz Baykal 129 deng, namzedê HDPê Dengir Mir Mehmet Firat 78 deng û namzedê MHPê Ekmeleddîn Ihsanoglu 80 deng bi dest anîbûn.

 

Di tûra sêyem a hilbijartina Serokê nû yê parlamentoya Tirkiyeyê de, ti namzedekî nekarîbû dengê pêwîst bi dest bîne, ku namzedê serkeftî pêwîstî bi 276 dengan hebû.

 

Herwiha di tûra yekem de jî ti namzedekî nekarîbû piraniya dengên pêwîst bi dest bîne. Di tûra Yekem de namzedê serkeftî gerek 367 deng bi dest anînba.

 

Di tûra yekem de ku duh birêve çû, Ismet Yilmaz 256, Deniz Baykal 125, Ekmeleddin Ihsanoglu 81 û Dengir Mir Mehmet Firat 81 deng bi dest anîbûn.

 

Herwiha di tûra duyem de jî Yilmaz 256, Baykal 128, Ihsanoglu 80 û Mehmet Firat  80 deng wergirtibûn.