Li Edeneyê 15 kes hatin girtin: Hincet dîsa PKK ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edenê ya Tirkiyeyê ji 38 kesên ku hatibûn desteserkirin ji wan 15 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin.

Hêzên ewlehiyê bi îdiaya ku di 21ê Adarê û 2yê Nîsanê rê girtine û bi madeyên teqemeniyê çalakî kirine bi ser gelek navnîşanan de girtibûn.

Di encamê de 38 kes hatibûn desteserkirin.

Piştî kar û barên yasayî 1ê Hezîrana ji 38 kesan 15 ji wan bi hinceta ku “li ser navê PKKyê rê girtine bi madeyên teqemeniyê çalakî kirine” bi biryara dadgehê hatin girtin.

Herwiha 23 kes jî bi mercê kontrola edlî hatin berdan.