Sibe li 7 navçe û bajarokan hilbijartin tên dubarekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî biryara Lîjneya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK) 2yê Hezîranê li 7 navendan hilbijartinên xwecihî tên dubarekirin.

Herwiha dê 58 hezar 259 dengder li 312 sindoqan deng bidin.

Piştî hilbijartinên 31ê Adarê ji ber îtirazan biryar hatibû dayîn ku li 3 navçe û 4 bajarokan 2yê Hezîranê hilbijartin bên dubarekirin.

Herwiha li 212 taxan jî dê muxtar bên hilbijartin.

Dengder di navbera 08:00 û 17:00an de dê karibin dengê xwe bidin û li gorî yasayê qedexeya weşanê heta demjimêr 21:00ê dê berdewam bike.

Cihên ku dê 2ê Hezîrana 2024an hilbijartinên serokatiya şaredariyê bên kirin ev in:

Bakurê Kurdistanê

Riha - Curnê Reş

Dêrsim - Mêzgir - Perî

Sêwaz - Norxan - Guneykaya

Tirkiye

Aksaray - Guzelyurt

Kayseri - Pinarbaşi

Kirklareli - Luleburgaz- Buyukkariştiran

Aksaray - Saglik

Serokê Lîjneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê Ahmet Yener 6ê Gulanê encamên fermî yên Hilbijartinên 31ê Adarê yên şaredariyan eşkere kiribûn.