STENBOL – Di xwepêşandanên 1ê Gulanê de gelek kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê di çalakiyên 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî de herî kêm 216 kes hatin desteserkirin.

Hikûmeta Tirkiyeyê îsal jî destûr neda ku 1ê Gulanê li Qada Taksimê bê pîrozkirin.

Li Stenbolê gelek endam û nûnerên sazî, komele, sendîka û partiyan ji bo pîrozkirina 1ê Gulanê berê xwe daye Qada Taksimê.

Lê hêzên ewlehiyê Qada Taksimê dorpêç kiriye û rê nadin kesek derbas bibe.

Gelek endam û nûnerên rêxistinên sivîl ji bo ku ber bi Taksimê ve bimeşin li Kolana Barbarosê ya li navçeya Beşîktaşê kom bûn.

Polîsan rê li ber wan kesan girt ku ber bi Qada Taksimê ve meşiyan û herî kêm 216 kes desteser kirin.

Li hêla din, di navbera polîs û xwepêşanderan de alozî çêbûn.