Akşener: Kesek bo hevdîtina li gel Ocalan şandine Îmraliyê

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener di bernamyeke televîzyonî de, derbarê gotegotên ku dibêjin hikûmeta Tirkiyê ji bo hevdîtinê li gel Serokê PKKê Abdullah Ocalan bikin şandek şandiye Îmraliyê, axivî û got, “hîn nû kesek şandine Îmraliyê” û tekez kir, ew dizane ku kî şandine

Meral Akşener şeva 1ê Gulanê beşdarî bernameyeke televîzyonî bû û mijarên di rojeva Tirkiyê de û xebatên partiya xwe yên bo hilbijartinê nirxandin.

Akşener derbarê gotinên rojnamevanekî Tirkiyê yê bi navê Murat Agirel de ku gotiye deshilatê 28ê Adarê şandek şandiye Îmraliyê da ku hevdîtinê bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re bikin, jî axivî û diyar kir, gotinên derbarê şandina şandekê bo Îmraliyê de rastin û ew wê yekê dizane.

Meral Akşener tekez kir, ku ew dizane ji bo Îmraliyê û hevdîtina bi Ocalan re kî şandine û got: “Hîn nû kesek şandine Îmraliyê, alîkarî xwestine. Ez dizanim kî şandine. Ger kesek siyasetmedar bûya minê yek ser navê wî eşkere kiriba. Yek ji Darazê şandine.”

Di medyaya Tirkiyê de ew gotegot belav bûye ku hikûmeta Tirkiyê û AK Partiyê di van demên dawî de şandek şandiye Îmraliyê daku bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

Ev yek di demekê de ye ku tenê 13 roj bo hilbijartinên Tirkiyê mane ku biryar e di 14ê Gulanê de bên lidarxistin.

Hikûmeta Tirkiyê û AK Partiyê derbarê wan gotegotan de heta niha ti bertek nîşan nedane û daxuyanî li ser mijarê nedane.