Bahçelî derbarê banga Ocalan got: Ji serî heta binî girîng e

Devlet Bahçelî / Wêne: Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan got, “Ji serî heta binî bi nirx û girîng e.

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê mijarên di rojevê de ne ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.

Her wiha Komîteya Birêvebir a PKKyê jî li ser banga Ocalan daxuyaniyek belav kir agirbest ragihand.

Devlet Bahçelî ragihand ku pêşwazîkirina banga Ocalan ji Komîteya Birêvebir a PKKyê ve di vê qonaxê de hevgiriyeke rêxistinî ye û ev yek di sûda hemû aliyan de ye.

Bahçelî destnîşan kir ku daxuyaniya rêveberiya PKKyê bangawaziya Ocalan temam dike û divê ev yek di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de were nirxandin û got:

“Ew daxuyaniya ku li Îmraliyê hatiye nivîsîn ji serî heta binî bi nirx û girîng e.”

Serokê MHPyê amaje bi wê jî kir ku ev pêngav dikare bibe alîkar ji bo bidawîanîna şer û pêkanîna aramiyê li herêmê.

Devlet Bahçelî wiha got:

“Çi xweşbextiyek e ku em di destpêka heyameke pîroz a ku dê cihêkariyên sexte, nelihevkirinên çêkirî û hev şaşfamkirin ji jiyana me ya neteweyî bên avêtin de ne.

Dawiyê em gihaştin berbanga Tirkiyeya bêteror ya di sedsala nû da û bi vî awayî jî ji bo hilatina roja aramî û sikûneta neteweyî gelekî hindik maye.”