Nêçîrvan Barzanî û Erdogan li Antalyayê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Antalyayê civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di civînê de “bipêşvebirina pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî jî bipêşvebirina pêwendiyên bazirganiyê”, “bipêşxistina alîkariyên her du aliyan” û “rewşa siyasî û ewlehiyê ya Îraq û Herêma Kurdistanê” hatine gotûbêjkirin.

Her du aliyan herwiha behsa encamên aloziyên li herêmê û Şerê li Xezeyê kir û wan ji bo çareseriyeke aştiyane bal kişand ser hewl û alîkariyên hemû aliyan.

Di hevdîtina Barzanî û Erdogan de, ji bo çareserkirina pirsgirêkan qala girîngiya dîyalog û dîplomasiyê hat kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku “metirsiya terorê” û “çend mijarên din ên ji bo her du aliyan girîng” jî hatine guftûgokirin.”

Sêyemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê îro dest pê kir û dê heta 3yê Adarê berdewam bike.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê serperiştiya forumê dike.

Serok û serokwezîr û rayedarên 147 welatan beşdarî forumê dibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji mêhvanên forumê ye.