Gule li kafeteryaya nexweşxaneyê reşandin: Gelek birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Denîzliyê yê Tirkiyeyê, 2 kesan bi çekan êrişî kafeteryaya Nexweşxaneya Zanîngeha Pamukkaleyê kir.

Di vê bûyerê de 7 kes birîndar bûn û rewşa tenduristiyê ya du kesan xerab e.

Li ser agahdarkirinê gelek tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku her heft birîndar li Nexweşxaneya Zanîngeha Pamukkaleyê tên tedawîkirin.

Li cihê êrişê 15 qepsûn hatin dîtin û hat zanîn ku kesên hatine birîndarkirin ji bo serdana nexweşan çûbûn nexweşxaneyê.

Li aliyê din, hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina her du êrişkaran dest bi xebatan kir.