RAPIRSÎ – Li Tirkiyê 4 partî benda hilbijartinê derbas dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Lêkolîna Ekonomî ya Stenbolê, tenê AKP, CHP, ÎYÎ Partî û HDP benda %7 a hilbijartinê derbas dikin û MHPê di bin bendê de dimîne.

Kompanya Lêkolînê ya Ekonomî ya Stenbolê, encamên rapirsiya ku di navbera 16-20 Sibatê de ligel 2 hezar kesan kiribû, eşkere kirin. Di rapirsiyê de pirsên derbarê erdhejê de jî hatin pirsîn.

Li gor encaman rêjeya dengên partiyan wiha ne:

AKP: %33,7

CHP: 25,8

ÎYÎ Partî: %13,9

HDP: %11,2

MHP: %6,8

Di rapirsiyê de ji beşdarvanan pirsa “Nêrîna we derbarê erdhejê de çiye?” hat pirsîn. %82ê beşdarvanan gotine “eger saziyan tiştên pêwîst bikirana dê zerar kêmtir bûya.” %18an jî gotine “erdhej karesata sedsalê ye û dê ti sûda tedbîran nebûya.”

Ji sedî 34ê beşdarvanan gotine “sedema werankariya mezin mutehît in”, %28an gotine “sedema werankariya mezin hikûmet e” û 18an jî gotine “sedema werankariya mezin şaredarî ne.” Herwiha %45ê beşdarvanan gotine hikûmet di rêvebirina erdhejê de “ne serkeftî” bûye û %38an jî gotine hikûmet “serkeftî” bûye.