Kiliçdaroglu: Me bi hev re soz da dawiyê li qeyûman bînin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand, ku 6 partiyên opozîsyonê soz dane ku danîna qeyûman li ser şaredariyan bi dawî binînin û got: “Kesê bi rêya hilbijartinê bê divê bi hilbijartinê biçe.”
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu îro 1ê Adara 2022ê di civîna firaksiyona Partiya xwe de derbarê pêşhatên dawî yên li Tirkiyê û navçeyê de axivî.
Kemal Kiliçdaroglu amaje bi wê yekê da ku dema ew bibin desthilat dê di serî rakirina sîstema qeyûman û gelek waran de guhertinan bikin û got: “Her 6 partiyan soz daye em dê dawiyê li sîstema qeyûman bînin. Kesê bi rêya hilbijartinê bê divê bi hilbijartinê biçe.”
Kiliçdaroglu herwiha tekez kir ku dema ew bibin desthilat dê dadwerên ku biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê cibîcî nekin ji kar dûr bixin û got: “Eger tu bibêjî ez pabendî dadê nabim, wê demê tu ne dadwerî û tu nikarî li wî meqamî rûnî. Dadwer divê li gor serweriya yasayê û wijdana xwe biryar bide.”
Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu wiha axivî: “Em dadmendiyê dixwazin. Li cihê ku dad nebe, nan nîne. Kar nîne. Li cihê ku dad nebe hûn nikarin li mafê xwe bigerin. Ji ber vê yekê jî em dê guhê wî dadwerê ku bibêje em biryara Badgeha Mafên Mirov a Ewropayê û Dageha Destûra Bingehîn cîbicî nakim bigirin û ti kes bila li qusurê nenêre em dê biavêjin ber derî. Ew dadwer ne dadwer e. Derbarê sîstema qeyûman de 6 partiyan soz daye. Em dê dawiyê li sîstema qeyûman bînin. Kesê bi hilbijartinê bê, dê bi hilbijartinê biçe. Em dê erkên demokrasiyê cibîcî bikin.”
Ev gotinên Serokê CHPê di demekê de ne 28ê Sibatê serokên şeş partiyên opozisyona Tirkiyê CHP, Partiya IYI, Partiya Saadetê, Partiya DEVA, Partiya Pêşerojê û Partiya Demokrat li Enqerê civiyan û belgenameya ku bihevre amade kirine ya bi navê “Sîstema Parlamenteriyê ya Bihêz” îmze kirin. Ew 6 partî dixwazin di di çarçoveya wê hevpeyamaniyê û di hilbijartinan de hevahengiyek bikin û AKPê û MHPê ji desthilatê bixin.