Tirkiye ji kompaniyan re çiqas deyndar e?
Hewlêr (Rûdaw) - Weqfa Siyasetên Aboriyê ya Tirkiyê raporek derbarê îhaleyên bi projeyên Hevkariya Taybet Hikûmî çê dibin belav kir û ragihand, dê dewlet heta sala 2045an 153 milyar dolar deynê bi garantî bide kompanyayên mutehîdan (belênder).
Weqfa Siyasetên Aboriyê ya Tirkiyê derbarê projeyên Hevkariya Taybet Hikûmî de raporek belav kir. Li gor raporê, berovajî welatên din li Tirkiyê îhale bi şefafî nayên kirin, kesên îhaleyan qezenc dikin ji raya giştî re nayên eşkerekirin, her wezaretek li gor xwe projeyan birêve dibe, analîzên pereyên tên dayîn nayê kirin û ji ber van sedeman encamên projeyên Hevkariya Taybet Hikûmî nerênî bûne.
Li gor raporê, di projeyên Hevkariya Taybet Hikûmî de ji bo balafirxaneya di navbera salên 2021-2042an de 7.3 milyar dolar, ji bo rê û piran di navbera salên 2021-2042an de 32.1 milyar dolar, ji bo nexweşxaneyên bajêr di navbera salên 2021-2045an de 78.2 milyar dolar, ji bo Santrala Nukleer a Akkuyu di navbera salên 2021-2035an de 35.2 milyar dolar bi tevahî dê 152 milyar û 800 milyon dolar deynê garantî bo kompanyayan bê dayîn. Deynê projeyên Hevkariya Taybet Hikûmî gihiştiye %22yê dahata neteweyî û di nav de zarokê nû çê dibin her welatiyê Tirkiyê deyndar dibe.
Li gor raporê di dema Coronayê de ji ber projeyên Hevkariya Taybet Hikûmî ku nehatin bikaranîn 252.1 milyon dolar pere hat dayîn. Di dema Coronayê de bo Pira Osmangazî 119.7 milyon dolar û bo Pira Yavuz Sultan Selîm 63 milyon dolar pere hat dayîn. Herwiha bo rêya otoban a Gebze-Îzmîrê 38.7 milyon dolar, bo Tunela Avrasyayê 28.7 milyon dolar û bo Balafirxaneya Zafer 1.9 milyon dolar pere hat dayîn.
Di raporê de ji ber projeyên Hevkariya Taybet Hikûmî amaje bi zerara dewletê hat kirin û hat pêşniyaz kirin girêbestên ku ne li gor modelê ne ji nû ve bên nirxandin.
Di projeyên Hevkariya Taybet Hikûmî de kompanyayên taybet projeyên çêdikin û li ser navê dewletê birêve dibin. Eger di rêvebirina projeyan de kompanya zerarê bikin, dewlet zerara wan bi awayekî garantî dabîn dike.
Li Serokayetiya Butçe û Stratejiyê ya Serokkomariya Tirkiyê di çarçoveya projeyên Hevkariya Taybet Hikûmî de heta Hezîrana 2021ê bi 159 milyar û 421 milyon dolaran proje hatine çêkirin.
Projeyên Hevkariya Taybet Hikûmî:
Veguhestin : 105.371 milyon dolar
Rê : 25.883 milyon dolar
Balafirxane : 74.330 milyon dolar
Rêya Trenê : 283 milyon dolar
Bender : 4.875 milyon dolar
Enerjî : 38.121 milyon dolar
Tendirustî : 10.988 milyon dolar
Pîşesazî : 1.578 milyon dolar
Geştyarî : 2.497 milyon dolar
Maden : 261 milyon dolar
Gumrik : 605 milyon dolar
Giştî : 159.421 milyon dolar