Demirtaş sibe beşdarî rûniştina Doza Kobaniyê dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPyê û siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş dê sibe beşdarî rûniştina Doza Kobaniyê bibe.

Bavê Selahattin Demirtaş, Tahir Demîrtaş doh  li mala xwe ya li taxa Şehîtlikê ya navçeya Yenîşehîra Amedê di 78 saliya xwe de bi krîza dil koça dawî kir.

Selahattin Demirtaşê ku ji sala 2016an ve di Girtîgeha Edirneyê de girtî ye, wekî helwêsteke nerazîbûnê li dijî desthilata Tirkiyeyê biryar da beşdarî şîna bavê xwe nebe û ji bo vê yekê serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê neda.

Parêzerê Selahattîn Demîrtaş, Mahsuni Karaman li ser sedema nexwestina Demîrtaş a beşdariya şîna bavê xwe de ji Rûdawê re got:

“Sedema beşdarnebûnê, sîstema siyasî ye ku zêdetirî 7 salan e ew û endamên partiya wî dîl girtine.”

Mahsuni Kahraman wiha pê de çû, “Demîrtaş sibe beşdarî rûniştina Doza Kobaniyê dibe.

Demirtaş got, 'Ji bo ku deynê xwe yê ji bo bavê xwe û gelê xwe bidim û ji bo li dîrokê bê nivîsandin ez dê beşdarî rûniştina dozê bibim.'"