Li Tirkiyê mûçeya herî kêm bûye cihê nerazîbûnê
Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wê mûçeya mehane ya standart 2 hezar û 825 lîre be. Di sala nû de wê bi deh hezaran kesmehane wê destheqê bistîne û debara xwe bi wê bike. Bes bihabûn, qeyrana aborî û rewşa heyî welatiyan dilnîgeran dike da ku ew mûçe têr nake.
Piştî nîqaş û ragêşiyeke dirêj li parlementoya Tirkiye, mûçeya mehane ango destheqê kêmanê hate diyarkirin. Di sala 2021an de wê mûçeya fermanebran 2 hezar û 825 lîre, ango 377 dolar be.
Pêşniyaza CHP 3 hezar û 100 lîre bû. Ya HDP 4 hezar, ya İYİ Partiyê 3 hezar û ya sendîkayan jî 3 hezar û 800 lîre bû. Ji ber bihabûn û qeyrana aborî û bêkariyê xelk ketiye fikareke giran da çawa pîne bi şîtirê bigihînin.
Omer Kalaycioglu, welatî, dibêje, “Ez jî bi mûçeya kêmane dixebitim. Xanî ê min e. Ez nezewicî me û meserfê min bo kesekî ye. Lê ez jî dema lê dinêrim ew pere têrî min nake û pirî caran ez dêyn dikim. Dema rewşa min wiha e ew malbatên qerebelix û bi zarok çawa debara xwe dikin nizanim. Divê serkirde û rayedar bixwe bifikirin bê ka ewbin ewê karibin bi 2 hezar û 800 lîre debara xwe bikin yan na.”
Ew xanim jî yek ji wan kesan e ku bi destheqê kêmane kar dike. Mehane 350 lîre dide rê. Mala xwe bi hevalekî xwe re parve dike û para wê ya kirê hezar lîre ye. Heftane 150 lîre jî dide zewze û xerciyên bazarê. Mehane 750 lîre xerciya wê ya mitbaxê ye. Herwiha fatorayên wê 500 lîre digirin. Xerciyên neçarî dike 3 hezar û 100 lîre. Niha kûr û dûr difikire, bê ka ewê bi 2 hezar û 825 lîre, çawa debara xwe bike.
Eda Çon, welatî, dibêje, “Êdî em neçar in ji xwarin û vexwerina xwe qut bikin. Dema em diçin bazarê agir bi bihayê her tiştî de dibare. Me êdî dev ji sînema û tiştên kêfê berda ye. Wisa lê hatiye ku tenê em serê xwe bitewînin û bişuxulin. Kêloyek masî bûye 50 lîre. Baş e em nexwin û birçî bimînin. Wê rojê me got em li malbateke ewropî bifikirin û me hesab kir. Ger em weke malbatek ewropî bijîn divê hermeh 40 hezar pere bi dest me bikeve. Ji ber ku li vir her tişt biha bûye. Ez 32 salî me û hîç tiştekî min nîn e. Ne xanî ne seyare. Tiştekî min nîn e.”
Li Tirkiyê hejmara kesên ku bi mûçeya kêmanê dixebitin ji sedî 57 e. Ew jî dike nêzikî 10 milyon kes. Niha ewqas kes neçar in debara xwe bi mûçeya diyarkiri bikin. Bo mînak li Stenbolê kirêya xaniyan mehane herî kêm hezar û 500 lîre ye. Eger zar û zêç jî hebin, mûçeya diyarkirî tê wateya birçî mayînê.
Zûlfîye Çomlekçî, dibêje, “Bi ya te ew pere têr dike gelo! Li welatekî wisa ku her tişt her roj biha dibe. Bi 2 hezar û 800 lîre tenê meriv dikare nanê tisî bixwe. Ka bipirsin ji wan parlementeran bê ka ew dikarin bi wî pereyî debara xwe bikin.”
Zekeriya Çomlekçî herwiha diyar dike, “Ji bo malbateke weke me ku ji 6-7 kesan pêk tê divê her meh herî kêm 6-7 hezar lîre hebe kû têrî bike. Ji bo ku birçî nemînin û karibin bêjin em dijîn.”
Piştî ku mûçe diyar bû şaredariyên girêdayî CHP mûçeya xwe taybet diyarkirin. Şaredariya Stenbol, Enqere, Îzmîr û ên din eşkere kirin ku ewê pabendî biryara desthilatê nebin û wê mehane 3 hezar û 100 lîre bidin fermanberên xwe. Beşa zêde ya civakê niha di bin dorpêça corona, qeyrana aborî û mercên giran ên jiyanê de kûr kûr li debar û dehata xwe difikire.