Rewşa herdu taxên Kurdnişîn li Helebê: Şêx Meqsûd û Eşrefiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Ji naverasta meha Tebaxa 2022yan ve, hêzên hikûmeta Sûriyê astengiyan li pêş gihandina pêdawîstiyên jiyanê ji bo navçeya herdu taxên Kurdnişîn li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê derdixin.

Bi heyamek e hêzên Hikûemta Sûriyê, herdu taxên Kurdnişîn li Helebê, Şêx Meqsûd û astengiyan li pêş gihandina pêdawîstiyên jiyanê derdixe û rê nadin hinek kelûpel bi taybet kelûpelên xwarinê derbasî taxê bibin.

Di encamê de rewşa jiyana rojane ya xelkê wan herdu taxan xerab bûye. Ew herdu taxên Helebê, ku piraniya nişteciyên wan Kurd in, di destê Rêveberiya Xweser de ne.

216.000 kes li herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, li bajarê Helebê, dijîn.

Kesekî ku li taxa Şêx Meqsûd dimîne û ji nêzîk ve agahdarî her tiştî ye, zanyariyên taybet dan Tora Medyayî ya Rûdawê rewşa buhabûnê bi vî awahî ye:

Niha her dolarek bi 4.475 lîreyên Sûrî ye, rebteyek nan, ku 8 nan tê de ne, bi 200 lîreyên Sûrî ye.

1 kîlograma bacanên sor bi 800 lîreyên Sûrî ye, 1 kîlograma xiyaran bi 1200 lîreyan e,  1 kîlograma petata bi 1700 lîreyan e. 1 kîlograma birincê bi 4500 lîreyan e, 1 kîlograma şekirê hûr bi 5500 lîreyên Sûrî ye û 1 lître zeyta xwarinê bi 1200 lîreyên Sûrî ye. 1 kîlogram mirîşk bi 15000 lîreyan e,  1 kîlograma goştê sor bi 30000 lîreyan e, 1 lître benzîn bi 6000 lîreyan e û 1 lître mazot bi 5500 lîreyên Sûrî ye.

Her li gorî heman zanyariyan, ji ber kêmbûna mazotê, di encama rawestana muwelîdeyan, elektrîk jî tê birrîn.

Eger malbatek ji 5 kesan be, tenê ji bo kirîna van pêdawîstiyan derdora 150,000 lîreyên Sûrî ye, ji bilî mazot, benzîn, derman, çûna ser doktoran û kirêya çûn û hatinê.

Mûçeyên fermanberên hikûmetê di navbera 160,000 - 200,000 lîreyên Sûrî de ne, mûçeyên Rêveberiya Xweser di navbera 300,000 – 600,000 lîreyên Sûrî de ye û kesê ne fermanber jî, eger kar hebe, her meh derdora 100,000 lîreyên Sûrî distîne.

Berî şerê Sûriyê nêzîkî 600,000 Kurd li bajarê Helebê diman ku piranî li herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dijiyan, lê ji ber şerê navxweyî hejmarek ji wan koçber bûne.