Qedrî Cemîl: Em tevlî hilbijartinên serokatiya Sûriyê nabin


Hewlêr (Rûdaw)- Cîgirê berê yê serokwezîrê Sûriyê Qedrî Cemîl boykotkirina hilbijartinên serokatiya Suriyê ji aliyê Eniya ku ew serkêşiya wê dike, carek din tekîd kir.

Qedrî Cemîl ji rojnameya el-Şerq el-Ewset a erebî re diyar kir ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê di vê rewşa niha de ne tiştekî guncayî ye, lê got ku helwesta wî ne wek ya opozîsyona li derve ye ku ev hilbijartin ne rewa daye zanîn.

Cemîl ku serkêşiya Eniya Guhertin û Rizgarkirinê dike diyar kir ku “eger krîza Sûriyê bi awayekî siyasî neyê çareserkirin metirsiya parçekirina Sûriyê heye”, lê wî di heman demê de tekîd kir ku “di warê cografî û navdewletî de Sûriyê nayê parçekirin”.

Cemîl ku di 29ê cotmeha 2013an de bi biryara serokê Sûriyê Beşar Esed ji ser kar hat dûrixstin û ji wê demê de li Rûsyayê dijî, red kir ku rejîma Sûriyê parçekirina Sûriyê pilan dike û welatên rojava bi “hewldan ji bo parçekirina Sûriyê” tometbar kir.

Derbarê têkiliyê xwe ligel rejîm û opozîsyona Sûriyê de, Qedrî Cemîl tekîd kir ku “ti têkilî navbera wî û rejîmê de nemane”, lê got ku têkiliyên wî şexisî bi hinek serkirdeyên hevpeymaniya opozîsyonê re hene, lê belî wî tekîd kir ku “ti têkiliyê wî yên fermî bi hevpeymaniyê re tine ne”.

Eniya Guhertin û Rizgarkirinê ji 16 pêkhateyên siyasî pêk tê, lê piştî ku biryar da hilbijartinên serokatiya Sûriyê boykot bike, wezîrê lihevhatina civakî Elî Heyder ku partiya wî yek ji pêkhateyên Eniyê bû ji nav rêzên eniyê vekişiya.