Li Ezazê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Ezazê yê Sûriyeyê li nav bazarê teqînekê rû da.

Medyaya Sûriyeyê ragihand ku şeva borî li bajarê Ezazê yê li bakurê Helebê otomobîlek teqîya.

Rêbevirê Navenda Parastina Sivîl Husên Hac ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn, “3 kes mirine û çend kes jî birîndar bûne.”

Li gorî medyaya fermî ya Tirkiyeyê, 4 kes mirine û 20 kes jî birîndar bûne.

Li hêla din, dîmenên dema teqînê di torên civakî de hatin belavkirin.

Reutersê jî da zanîn, 7 kes mirine û 30 birîndar hene.

Ezaz ji aliyê wan grûpan ve tê kontrolkirin ku Tirkiye piştigiryê dide wan.