Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê: Êrişên li djiî DAIŞê nakevin xizmeta rêjîmê
Hewlêr (Rûdaw)- Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûriyê dibêje, piştevaniyên navdewletî bo Artêşa Azad ne di asta pêwîst de ne ji ber wê jî daxwaza alîkariyên bêhtir dike bo lêdana DAIŞ û rêjîma Beşar Esed.
Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûriyê Hadî el-Behra di daxuyaniyekê de bo Rojnameya el-Heyat daxwaza parastina asmanî ji hevpeymaniya navdewletî bo Artêşa Azad kir da ku bikaribe êrişî DAIŞê bike.
Hadî el-Behra li dijî wan nêrînan derket ku dibêjin operasyonên hevpeymaniya navdewletî li Sûriyê yên li dijî DAIŞê dikevin xizmeta rêjîma Beşar Esed çimkî DAIŞ tenê şerê hêzên dijbereya Sûriyê dike û êrişên li dijî wê rêxistinê dikevin xizmeta dijbereyê.
Derbarê rola Tirkiyeyê di şerê li dijî DAIŞê de li Sûriyê, Behra wiha got: “Tirkiyeyê di çend rojên borî de diyar kir ku ewê jî tevlî hevpeymaniya navdewletî be û dê operasyonên hewayî jî li Sûriyê li dijî DAIŞê pêk bîne.”
Herwiha derbarê helwesta Rûsya li hember kirîza Sûriyê, Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûriyê wiha axivî: “Dibe ku piştî lawazbûna rêjîma Sûriyê ji aliyê leşkerî ve, Rûsya ji Esed dûr bikeve ji ber ku wê demê ti berjewendiya wî welatî bi rêjîmê re namîne.”
Beriya niha fermandeyekî Artêşa Azad a Sûriyê bi navê Riyad Esed gotibû, êrişên hewayî li dijî çekdarên DAIŞê yên li Sûriyê dikevin xizmeta rêjîma Beşar Esed.